Meclisa Qebîleya Tey hat avakirin

Eşîrên Qebîleya Tey a Ereb ên li kantona Cizîrê Meclisa xwe ya giştî ava kirin.

Duh bi beşdariya şêx û rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb, kesayetên civakî û siyasî yên kantona Cizîrê civînek li Qamişloyê hat lidarxistin.

Di civînê de, eşîrên qebîleya Tey, Meclisa Giştî ya Qebîleya Tey a Kantona Cizîrê ava kir.

Ji pêkahteyê Suryan Denho Îlya jî tev li meclisê bû.

Şêx Hesen Ferhan El Mihemed El Ebdullah El Tayî wekî serokê Meclisa Giştî ya Qebîleya Tey a Kantona Cizîrê hat hilbijartin.

Eşîran diyar kir ku avakirina meclisê encamên nîqaşên demdirêj e.

Her wiha destnîşan kirin ku armanca vê meclisê mîsogeriya ewlehiya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çareserkirina pirsigrêkên qebîleyê, belavkirina hevgirtin û çanda hevqebûlkirinê û xurtkirina têkiliyan bi qebîleyên din re ye.

Back to top button