Îsraîl êrîşî li herêmên cûda yê Refahê kir: 14 kes hat kuştin

Di êrîşa hewayî ya ku ji aliyê balafirên şer ên Îsraîlê ve li gelek deverên Refehê li başûrê şerîda Xezayê hat lidarxistin de zarok û jin jî di nav de 14 filistînî mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Her wiha Îsraîlê hin rojnamevanên li Nexweşxaneya Şîfayê hatibûn ragirtin serbest berdan.
Li aliyê din jî medya Îsraîlî ragihand ku danûstandinên ji bo pevguhertina girtiyan di navbera Tel Avîv û Hemasê de bi awayekî fermî li Qeterê destpê kiriye.

Di roja 165 rojan de şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de didome.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA’yê, rayedarên nexweşxaneya Refehê diyar kirin ku balafirên şer ên Îsraîlê li dijî taxên Musbih, Xirbetil Ades û El-Cenine yên bajarê Refahê êrişên hewayî pêk anîn.

Rayedarên nexweşxaneyê diyar kirin ku di êrîşan de ku 2 mal û apartmanek bûne armanc, zarok û jin jî di nav de 14 Filistînî mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Li gorî vê hejmara kesên ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve li Xezayê mirin derket 31 hezar 730 kesan ya birîndaran jî bû 73 hezar 792’yan.

Îsraîlê hin rojnamevanên hatibûn girtin serbest berdan

Hêzên Îsraîlî piştî 12 saetan hin rojnamevanên ku li Nexweşxaneya Şîfa ya li bakurê Şerîda Gazzeyê hatibûn binçavkirin serbest berdan.

Derbarê mijarê de li ser medya civakî ji aliyê Buroya Ragihandina Girtiyan ve agahî hatin dayîn.

Hat ragihandin ku hin rojnameger piştî 12 saetan li Nexweşxaneya Şîfayê hatin ragirtin hatin berdan.

Ji aliyê din ve artêşa Îsraîlê ragihand ku operasyona li nexweşxaneya Şîfa ya Xezayê dê berdewam bike.

Berdevkê Artêşê Danîel Hagarî di daxuyaniya çapemeniyê de got:

“Li gorî agahiyên îstixbaratî yên ku ji Ajansa Ewlekariya Hundirîn Şîn-Bet û Yekîneya Îstîxbarata Leşkerî hatine wergirtin, endamên Hamasê ku di nav wan de fermandarên qadê jî hene, li nexweşxaneyê xwe vedişêrin.

Çapemeniya Îsraîlî: Danûstanên pevguhertina girtiyan li Qeterê destpê kirin

Medya Îsraîlî ragihand ku danûstandinên ji bo bidestxistina rêkeftina pevguhertina girtiyan di navbera Tel Avîv û Hamasê de bi awayekî fermî bi şandeya Îsraîlê ya gihîştina Qeterê dest pê kir.

Li gorî rojnameya Yedioth Ahronoth, danûstandinên pevguhertina girtiyan di navbera Hemas û Tel Avîvê de bi awayekî fermî dest pê kir.

Li gorî nûçeyê, rayedarekî Îsraîlî ku navê wî nehatiye eşkerekirin, diyar kir ku muzakere dest pê kirine û dê dirêj û zehmet bin û sebirek mezin dixwaze.

“Danûstandin di navbera Tel Avîv û Hemasê de bi fermî destpê kirin”

Di nûçeya kanala televizyonê ya taybet a Îsraîlê Kanal 12 de hat ragihandin ku muzakere li oteleke komplekseke taybet a li Dohayê hatine kirin.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku korîdora ku odeya nûnerên Îsraîlê ji odeya nûnerên Hamasê vediqetîne heye û li bendê ne ku hevdîtin bên kirin.

Şandeya Îsraîlî bi serokatiya Dîrektorê Mossad Davîd Barnea duh ji bo gera nû ya danûstandinên azadkirina girtiyan çûbû paytexta Qeterê Dohayê.

Li Xezayê di roja 164’an de şer giran e

Back to top button