Koordînasyona Şopandina Greva Birçîbûnê: Daxwazên girtiyan pêk bînin

Eger tecrîd neyê bidawîkirin wê çalakiyên greva birçîbûnê derbasî qonaxe din bibe.
Girtiyên siyasî ragihandin ku ew ê piştî hilbijartinê çalakiya xwe derbasî qonaxeke din bikin.
Li aliyê din Koordînasyona Şopandina Greva Birçîbûnê di rapora xwe ya têkildarî rewşa girtiyan de got:
Divê daxwaza girtiyan werin bi cih anîn û tecrîd demildest bi dawî bibe.
Ji Parêzerên ku rewşa girtiyan dişopîne Esra Saçaklidir jî da zanîn ku ji bo şikandina berxwedana girtiyan cezayên disîplînê tê dayîn,

Girtiyên siyasî 123 Roj in bi biryardarî çalakiya greva birçîbûnê didomînin.

Her roj ji girtiyên siyasî agahiyên haqaret, êşkenceya fîzîkî û derûnî tên.

Girtiyên siyasî destnîşan kiribûn ku eger heta 15’ê sibatê tecrîd neyê rakirin wê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin.

Lê belê ji bo bandorê li pêngava ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo li derve hatiye destpêkirin û li xebatên hilbijartinê neke, Girtiyan ragihandin ku wan biryar da ku piştî hilbijartinê derbasî qonaxeke din bikin.

Têkîldarî rewşa girtiyan, Koordînasyona Şopandina Greva Birçîbûnê raporê xwe eşkere kir.

Koordînasyonê diyar kir ku wan gelek bûyerên binpêkirina mafê girtiyan tespît kirine û destnîşan kir ku divê tecrîda li Îmraliyê tavilê bê rakirin.

Ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê OHD’ê Medenî Gur derbarê mijarê de axivî.

Gur, bi bîr xist ku pêkanîna tecrîdê binpêkirina mafê jiyanê ye û wiha got:

“Diyar e ku girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin, bi girtiyên li girtîgehên din ên Tirkiyê re xwedî heman heqan in, nabe ku pêkanînên şexsî werin kirin.

Ji ber vê jî mijara ku tê xwestin rakirina pêkanîna tecrîdê ye, ev jî bi awayekî zelal li dijî mewzûata hiqûqî ye.”

Ji bo rakirina tecrîdê, parêzer Medenî Gur di serî de Wezareta Edaletê bang li hemû saziyên netewî û navnetewî kir ku bikevin nava ‘liv û tevgerê’.

“Ji bo şikandina berxwedana girtiyan cezayên disîplînê tên dayîn”

Derbarê heman mijarê de endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan-ÎHD Parêzer Esra Saçaklidir jî axivî.

Parêzer Esra Saçaklidir diyar kir ku wan weke baroya Amedê ji bo şopandina pêvajoya çalakiyê û binpêkirina mafê mirovan serdana gelek girtîgehan kirine û got:

“Me di raporên xwe de bi giranî bal kişandin ser cezayên dîsîplînê yên li girtiyan hatin birîn.

Esra Saçaklidir destnîşan kir ku cezayên disiplînê jî bi armanca şikandina berxwedana girtiyan tê birîn.

“Li girtiyên di grevê de ne odeyên yek kesî têne bicihkirin”

Back to top button