Partiya Sûriya Pêşerojê li Reqayê kongreya xwe ya 4. lidar xist.
Kongre bi encamnameyekê bidawî bû û Ebd Elhamid El Mihbaş û Kewser Doko wekî hevserokên partiyê hatin hilbijartin.
Ji bo sekandina şer û pêkanîna aştiyê xebat ji bo pêkanîna diyaloga Sûrî-Sûrî.
Banga berdana girtiyan û diyarkirina çarenûsa revandiyan .
Şopandina dosyaya şehîd Hevrîn Xelef.
Girîngiya beşdarbûna hêzên siyasî yên xwedî rol li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Dive şêweyê birêvebirinê, Sûriyeyeke demokratîk, pirreng û xwedî parlamentoya nenavendî be.
Bidawîkirina hemû cûreyên dagirkeriyê di serî de dagirkeriya Tirk li Sûriyê .
Teqeziya pêkanîna Hevpeymana Civakî ku bi xwe bingeha destûra Sûriya pêşerojê ye.
Xebitîna ji bo bidestxistina naskirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk .