Li Reqayê kongreya 4. a Partiya Sûriya Pêşerojê hat lidarxistin

Partiya Sûriya Pêşerojê li Reqayê kongreya xwe ya 4. lidar xist.
Kongre bi encamnameyekê hate bidawîkirin û Ebd Elhamid El Mihbaş û Kewser Doko wekî hevserokên partiyê hatin hilbijartin.

Di bin dirûşmeya “Partiya me pêşeroja me ye, rêveberiya me misogeriya me ye, hêzên me serkeftina me ye, Sûriyê me dike yek. kongreya Partiya Sûriya Pêşerojê pêk hat.

Kongre li hola Tac a bajarê Reqayê bi beşdariya 1000 delegeyî û 200 mêvan hate lidarxistin.

Di nav mêvanan de dayika Şehîd Hevrîn Xelef, hevserokên MSD’ê, hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser û rûspiyên eşîrên Ereb hebûn.

Mezlûm Ebdî: Divê civaka me hevgirtina xwe xurtir bike

Di kongreyê bi rêya vîdyoya qeydkirî ya Fermandariya Giştî ya QSD’ê Mezlûm Ebdî hate gudarîkirin.

Mezlûm Ebdî di vîdyoyê de ev tişt anî ziman:

“Xeteriya DAIŞ’ê li dijî herêmê hê jî heye, êrişên domdar ên dewleta Tirk yên li dijî herêmê jî dibe sedema vejandin û çalakirina şaneyên DAIŞ’Ê.

Ebdî destnîşan kir ku Hikûmeta Şamê jî hewl dide fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxe û ev bang kir:

“Divê civaka me ji vê yekê hişyar be û hevgirtina xwe li hember van tiştan xurtir bike.”

Pişt re rewşa siyasî hate nirxandin û raporên rêxistinî yên partiyê hatin xwendin.

”12 sal in gelê sûriyê êş û zehmetiyan dikşîne”

Her wiha gelek axaftin û nirxandin ji aliyê beşdaran ve hate kirin û wiha hate gotin:

“Di şert û mercên herî giran û dijwar de ev kongre hate lidarxistin.

Gelê Sûriyê 12 sal in ji wêranî, nebûna çareseriya siyasî, parçebûn, gurbûna aloziya siyasî û hwd êş û zehmetiyan dikşîne.

Di salvegera 6’an a damezirandina partiyê de ruxmî zehmetiyan û hedefgirtina rêveberên wê, têkoşîna xwe domand û ev kongre lidar xist.”

Kewser Doko û Ebd Elhamid El Mihbaş bûn hevserok

Her wiha hilbijartin çêbûn û 138 endam ji bo Meclisa Giştî ya Partiyê li tevahî herêmê hatin hilbijartin û Ebd Elhamid El Mihbaş û Kewser Doko wekî hevserokên partiyê hatin hilbijartin.

Kongre bi encamnameyekê bidawî bû, ji xalên sereke ev in:

Ji bo sekandina şer û pêkanîna aştiyê xebat ji bo pêkanîna diyaloga Sûrî-Sûrî.

Şopandina dosyaya şehîd Hevrîn Xelef.

Piştgirî û aktîvkirina rola jin û ciwanan di hemû war û astan de.

Ji bo naskirina Rêveberiya Xweser wekî projeyek demokratîk ji bo çareseriya aloziya Sûriyê xebat bên meşandin.

Back to top button