“Teknolojiya xistina balafirên bêmirov li dijî Tirkiyê derbeyeke giran e”

Fermandariya Navendî ya Hêzên Parastina Gel-NPG 20’ê Adarê ragihand ku wê teknolojiya xistina balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker bi dest xistiye û heta niha 15 balafirên bêmirov xistine xwarê.
Hevserokê şaxê PYD’ê yê navçeya Dirbêsiyê Ferîd Îsmaîl derbarê vê yekê de axivî û got: “HPG’ê bi bipêşxistina vê tekenolojiyê derbeke xurt li dewleta Tirk a dagirker xist.”

Ferîd Îsmaîl anî ziman ku gerîla bi vîneke xurt li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker li çiyayên Kurdistanê li ber xwe didin û got:

“Bipêşxistina teknolojiya xistina balafirên bêmirov ên dewleta Tirk ji aliyê HPG’ê ve derbeke xurt li dewleta Tirk a dagirker xist û ev yek bersivdayîna êrişên kîmyewî û komkujiyên li dijî gelê Kurdistanê ye.

2 rê li pêşiya dewleta Tirk hene; yan şerekî xwîndar an jî maseya diyalogê.”

Îsmaîl destnîşan kir ku siyaseta derva ya AKP’ê bi bin ketiye, ji ber ku carekê piştgiriya Îsraîlê dike û carekê piştgiriya Hemasê dike û heman helwestê di şerê Rûsya û Ukraynayê de nîşan dide.

“Mizgîniya Newrozê îsbat dike ku HPG xurt e”

Back to top button