Rojnamevan Silêman Ehmed 155 rojin ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin û agahî jê nayê girtin.
Tevî hemû bertek û bangewaziyên li dijî revandina wî jî, PDK’ê xwe bêdeng dike.
Rojnamevanê Rojnews’ê Silêman Ehmed 1’ê Cotmehê ji aliyê PDK’ê ve li ser sînorê Sêmalka hate revandin û heta niha agahî jê tune.
Her ku diçe fikarên li ser jiyana edîtorê beşa Erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed zêde dibin.
PDK destûrê nade parêzer û malbat serdana wî bikin.
Piştî revandina Silêman, PDK’ê bi daxuaniyek ne rast gefa cezakirinê li wî kir.
Tevî hemû bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed jî, hîn PDK ti bersivekê nade û li ser binpêkirinên xwe bêdenge.
Rojnewsê jî ragihand ku PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê wan Silêman Ehmed berpirse.