Şehîd Teysîr El-Delî li Hesekê hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên Hesekê cenazeyê şehîd Teysîr El-Delî şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Goristana Şehîd Dijwar oxir kir.

Şêniyan cenazeyê şehîd Teysîr El-Delî ji Meclisa Malbatên Şehîdan wergirt û berê xwe dan Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawdiyê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan ûHêzên Ewlekariya Hundirîn axeftina hate kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya wan dan.

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiya merasîmê de hevalên şehîd, cenazeyê hevalê xwe di nava tilîliyên dayîkan de û berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

Back to top button