Tenduristiya Şamê: 52 kesên din bi Coronayê ketin, 3 jî mirin

Li herêmên Hikûmeta Şamê 52 kesên din bi vîrûsê ketin û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest da.

Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Şamê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 24 saetên dawî de, 52 kesên din bi nexweşiya coronayê ketine û 3 kesên din jî jiyana xwe ji dest da.

Wezaretê eşkere kir ku 15 kesên din jî baş bûne.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê, heya niha jimara nexweşên Corona li seranserî herêmên hikûmeta Şamê gihaşt 4 hezar û 200 kesî, ji wan hezar û 103 kes baş bûne û 200 kes jî mirine.

Back to top button