Xwepêşandanên li Iranê li Hambûrgê ji bo pişgiriyê çalakî pêk hat

Li bajarê Elmanya Hambûrgê gel piştgirî da xwepêşandanên gel a Îranê û komkujiyên ku rejîmê pêk tîne şermezar kirin.

Li Hambûrgê gelên Îranî bi mîtîngekê komkujiyên rejîma Îranê ku li dijî xwepêşanderan dike şermezar kirin.

Di mîtîngê de wêneyên kesên ku li Îranê di çalakiyan de hatin kuştin hatin hildan.

Di axaftinan de hat destnîşan kirin ku li Îranê bi destpêkirina çalakiyan re têkiliya gel ji cihanê hatiye qutkirin, ji ber êrîşên rejîma Îranê bi sedan sivîl hatine kuştin bi hezaran kes jî hatine girtin.

Her weha zext û tundiya rêjîma ya li dijî jinan jî şermezar kirin û diyarkirin ku hêzên rejîmê di xwepêşandanan de tecawûzî gelek jinan kirine.

Çalakî bi sloganên ”Ji bawerî û hêviya me ditirsin, ji ber ku em gel in” bi dawî bû.

Leave a Reply

Back to top button