Zerdeştiyên Silêmaniyê cejna Eşû Zerdeşt pîroz kirin

Li bajarê Silêmaniyê bi beşdariya bawermendên Ola Zerdeşt bi ahengekê Cejan Eşû Zerdeşt ji aliyê Zerdeştiyan ve hate pîrozkirin.

Pîrozbahiya cejna Eşû Zerdeşt bi merasîmek li Navenda Zerdeştiyên Kurdistanê ya bajarê Silêmaniyê pêk hat.

Di destpêka merasîma pîrozkirina cejnê de agir hat pêxistin û sirûda taybet ya bawermendiyên Zerdeştî hate xwendin.

Piştre Nûnerê Zerdeştiyan li Wezareta Karûbarên Olî ya Başûrê Kurdistana Iraqê Awat Hisameddîn têkildarî Cejna Eşû Zerdeşt axivî û got;

“Li Silêmaniyê bi hev re jiyana olî di asteke baş de ye, berevajî bajarên din, bi hev re jiyana olî tenê bi xuyangê tê behskirin.”

Awat Hesemedîn her wiha bang li partiyên Kurdistanî yên her çar parçeyên Kurdistanê kir ku yekrêz bin, bi hev re ji bo yekrêziya Kurdan kar bikin

Her wiha di dawiya merasîmê de bi dayîna şîrîniyan ji beşdarvanan re, bi gerandina govendê, pêxistina agir û gotina stranan Cejna Eşû Zerdeşt hate pîrozkirin.

Back to top button