Li Eyin Îsa şehîd Pêşeng û Sara hatin bi bîranîn

Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Firatê li navçeya Eyin Îsa şehîd Bîşeng û şehîd Sara bi bîr anîn.
Şêniyên bajarê Kobanê jî, sersaxî ji malbata şehîd Zagros re xwestin û soza mezinkirina têkoşînê dan.

Endama Koordînasyona Komeleya Jinên Ciwan û Komîteya Ciwanan a PKK`ê Bîşeng Birûsk û endama rêveberiya Komeleya Jinên Ciwan û Komîteya Ciwanan Sara Hogir 28’ê Tîrmeha 2023’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbûn.

Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Firatê bi merasîmekê şehîd Bîşeng û şehîd Sara bi bîr anîn.

Bîranîn li hola civînan a navçeya Eyn Îsayê bi amadebûna şêniyên navçeyê û komîteyên meclisê pêk hat.

Di bîranînê de, endama Yekitiya Jinên Ciwan Ronahî Firat axivî û diyar kir ku her du şehîd li ser parastina jinan û têkbirina zîhniyeta desthilatdar, mînak bûn.

Piştre têkildarî têkoşîna her du şehîdan sînevîzyonek hate pêşandan.

Xelkê Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Zagros re xwestin

Li Kobanê jî merasîma sersaxiyê hebû.

Şêniyên bajêr sersaxî ji malbata şehîdê Hêzên Komandos Zagros re xwestin.

Şehîd Zagiros 18’ê Adarê dema li ser erka xwe bû li Dêrazorê şehîd bûbû.

Di merasîmê de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Necmê Kenco behsa fedekarî û têkoşîna şehîd kir û got:

“Şehîd Zagros ji bo gel û axa xwe biparêze her tim di nav têkoşînê de bû.

Dewleta Tirk her timî êrişî deverên Kurdan dike, emê jî her tim berxwedanê mezin bikin û tola şehîdên xwe hilînin.

Li Kobanê cenazeyê şehîd Zagros hate oxirkirin

Back to top button