Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Navnîşana çareseriyê birêz Abdullah Ocalan e

Parlementera DEM partiyê Gulistan Kiliç Koçyigit têkildarî tecrîd, rolê Rêber Apo di çareserkirina pirskirêkan de û siyasetên qirkirinê yên sedsalan ên li dijî gelê Kurd tê meşandin axivî.
Gulistan Kiliç da zanîn ev 25 sale Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka kurd têdikoşe, divê em bi mîlyona daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin

Ev sê salin bi tu awayî agahî ji Rêber Apo nayê girtin.

Li gel grevên birçîbûnê yên girtiyên siyasî dayîn destpêkirin, Nobeda Edaletê ya ji aliyê xizmên girtiyan ve li bajarên cuda hatiye destpêkirin jî bê navber didome.

Cîgira Serokatiya Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û Parlamentera Qersê Gulîstan Kiliç Koçyîgît têkildarî tecrîdê, rêyên çareseriyê û têkoşîna Rêber Apo nirxandin kir.

Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk û aştiyane pêkan dibe

Gulîstan Kiliç balkişande ser berxwedana li Îmraliyê û got:

“Birez Ocalan 25 salin ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk bên çareserkirin di nava berxwedanê deye

Gelên li Rojhilata Navîn in tenê dikarin bi fikrê birêz Ocalan di nava wekhevî û azadiyê de jiyan bikin.”

Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Tecrîda Îmraliyê divê di dîroka sed salî de bê xwendin

Gulîstan, diyar kir ku dewleta tirk Îmraliyê weke laboratûvarê bikartinîn û wiha nirxand:

“Hemû pêkanînên derqanûnî ewil li Îmraliyê dest pê kirin.

Dûre berê xwe da polîtîkaya êşkenceyê ya li dijî girtiyên siyasî yên li seranserê welat.

Birêz Ocalan 25 sal in ji bo aştî, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, wekhevî, azadî û statuya destûra bingehîn a gelê Kurd berxwe dide, divê gavên çareseriyê bê avîtin.

Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Divê ev sedsal bi demokrasiyê bi dawî bibe

Gulistan Kiliç Koçyigit destnîşankir ku divê sedsala duyemîn a komarê bi demokrasiyê bê tacîdarkirin û wiha bi dawî kir:

“Rêya avakirina komara demokratîk çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e.

Ew jî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan e.

Erka me ya herî mezin civakîkirina têkoşîna aştiyê ye.

Dibe ku xeletiya me ya herî mezin di pêvajoya Îmraliyê de ew bû ku hemû bar û berpirsyarî me danî ser milên birêz Ocalan.

Pêwîste em bi milyonan daxwaza azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan bikin”

Back to top button