“Biryara Dadgeha Federal ji ber binkeftinên desthilata herêmê hat dayîn”

Çav li rêye ku 10’ê Hezîranê li Başûrê Kurdistanê hilbijartina Parlamentoya Herêmê were li darxistin.
Lê PDK’e dibêje ew tevlî hilbijatinê nabin.
Rêvebirê Meclîsa Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Osman Karwanî diyar kir ku ev biryara Bexdayê di encama nehevgirtina partiyên Kurdî de hatiye girtin û got: “Eger hilbijartin pêk neyê wê Herêma başûrê Kurdistanê ber bi rewşek ne aram ve here.”

Rêvebirê Meclîsa Rêveber a Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Osman Karwanî hilbijartina parlementoya Başûrê Kurdistanê nirxand.

Osman Karwanî diyar kir biryara Dadgeha Fedaral a Iraqê di encama binketina hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê de hatiye gitin û got:

“Aliyên desthilata Herêma başûr li Bexdayê li şûna berjewendiyên netewî bidin pêş, ji bo berjewendiyên xwe yên hizbî dixebitin.

Niha li Bexdayê Kurd wek netewe tevnagerin, wek hizb tevdigerin.”

PDK: Em tevlî hilbijatinê nabin

Berdevka Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê Cumane Xelaî ragihandibû ku wê 10’ê Hezîrana sala 2024’an, hilbijartina Parlamentoya Herêma başûrê Kurdistanê were lidarxistin.

Hilbijartin wê bi şêweyê 4 bazineyî Hewlêr, Dihok, Silêmanî û Helebceyê pêk were.

Li gorî wê parlamentoya Herêmê ji 100 kursiyan pêk tê.

Ev kursî jî bi awayê ku li Hewlêrê 34 kursî, Silêmanî 38 kursî, Dihok 25 kursî û Helebceyê jî 3 kursî bin hatine belavkirin.

Lê Mekteba Siyasî ya PDK’ê 18’ê Adarê ragihand ku ew tevlî hilbijatinê nabin.

Karwanî: Eger hilbijartin pêk neyê wê rewşa herêmê gelek xira bibe

Karwanî destnîşan kir ku eger hilbijartina parlementoya Herêma başûrê Kurdistanê pêk-neyê wê Herêma başûr ber bi rewşek gelek ne-aram ve here.

Her wiha wê piştgiriya xwe ya navdewletî ji dest bide.

Back to top button