DEM Patî bi germahiyek mezin xebatên hilbijartinê dimeşîne

Hilbijartinên herêmî yên Bakurê kurdistan û Tirkiyê nêz dibin.
Bi vê yekê DEM Patî lez daye xebatên xwe.
Her cihê ku namzetên Dem partiyê serlêdana wê dike rastî eleqeyeke mezin a welatiyan tê.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partî xebatên xwe di çarçoveya hilbijartinê de didomîne.

Di 31’ê Adarê de hilbijartinên şaredariyan wê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêk bê.

Li navçeya Cizîrê namzetên hevşaredar ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) beriya hilbijartinê lez dan xebatên taxan.

Namzetên Hevşaredariyê û Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan ku li Cizîrê serdana malên TOKÎ’yê kirin, ji gel re diyar kirin ku dê dengên xwe çawa bidin.

Li bajarê Dêrsimê jî Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Ûçar, Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordû xebatên hilbijartinê meşandin.

Şande ji aliyê gel ve bi çepik û dahol û zûrnê hate pêşwazîkirin.

Çîgdem Kiliçgûn Ûçar bi gel re axivî û diyarkir ku serkeftina wan di hilbijartinê de wê netenê pêşî texrîbata qeyûman bigre wê pêşî li komkujiyan jî bigre.”

Li navçeya DEP a bajarê Xarpêtê ango bajarê Mazlûm Dogan e.

Dewleta Tirk bi fen û fûtan bi dengê leşker û polîsan dixwaze vê navçeyê li kurdan bistîne.

Li hember vê yekê jî şêniyên navçeyê bi meşekî van planan şermezarkirin û gotin ewê li vîna xwe xwedî derkevin.

srt-26-03-2024-dem-parti-xebaten-hilbijartine-ciwan

Xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê yên li bajarê Sêrtê yê Botanê bi şev û roj didomin.

Komîteya hilbijartinan derbarê karanîna dengê xwe ji bo dempartiyê gel agahdar kir.

Coşa xebatên hilbijartinê yê bajarê Bedlîsê ye.

Namzetên Hevşaredariyê yê DEM Partiyê yên Bedlîsê Sumeyye Kizilkaya û Mehmet Nezîr Karabaş ku bênavber dixebitin, diyarkirin ku ew ê bi xebatên xwe bajêr ji nû ve avabikin, bi ruh û can bikin.

Xebatên hilbijartinên xwecihî ber bi dawiyê ve diçin

Back to top button