Malbatên Şehîdan: Tecrîda li ser Rêber Ocalan tecrîda ser gelê kurd e

Malbatên şehîdan ên Silêmaniyê ragihandin ku fikir û felsefeya Rêber Apo tevahî gelên ji ol û netewên cuda ji bo aştî û bihevrejiyanê li kêleka hev kom dike û gotin:”Tecrîda li ser Rêber Ocalan, tecrîda li ser gelê Kurd e.”

Îbrahîm Emîn diyar kir ku sîstema ku Rêber Apo ji nû ve ava kir, hemû neteweyên xwedî ol û zimanên cuda tîne cem hev û got:

“Peyama Rêber Apo ji bo hemû gelên cîhanê bûye bernameyek.

Tecrîda li ser Rêber Ocalan, tê wateya tecrîda li ser gelê Kurd.

Divê gel li ser yek xetê ku xeta Apo ye, dengê xwe bilind bike û daxwaza azadiya Rêberê xwe bike.”

Amanc Heme Reşîd jî anî ziman ku tevî ev zêdeyî 25 sal in Rêber Apo di zindanê de ye kariye gelê Kurd ji nû ve zindî bike û got:

“Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe û fedakariya xwe ya di girtîgehê de karî komploya navneteweyî têk bibe.

Divê gelê Kurd ji bo şikandina tecrîdê bibin yek.

Em dikarin dagirkerî û tecrîda li ser Rêber Apo, bi yekbûn û yekgirtinê bişkînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”

Back to top button