Meclisa Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî agirbesta li Xezayê erê kir

Meclisa Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) pêşniyra biryara ji bo agirbesta li Xezayê di civînekê de nîqaş kir û pêşniyar erê kir.

Meclisa Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) doh vê biryarê erêkir.

Li gorî pêşniyara biryarê, dê li Xezayê di navbera Hemas û Îsraîlê de heta dawiya meha Remezanê agirbest pêk were, kesên dîl hatine girtin bêyî merc werin berdan û alîkariyên mirovî bigihîjin Xezayê.

Li ser biryarê 14 deng hatin dayîn û Amerîkayê deng neda û pêşniyara biryarê red nekir.

Ev jî yekemîn pêşniyara biryara agirbesta li Xezayê ye ku ji aliyê Encûmena Ewlekariyê ya NY’ê ve tê erêkirin. Berî niha 4 pêşniyar ji bo agirbesta li Xezayê hatibûn red kirin.

Til Avîv: Em li gorî biryara Konseya Ewlekariyê tev nagerin

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Yesraîl Kats der barê biryara agirbesta ku Konseya Ewlekariyê erê kiriye de got ew li gorî wê biryarê tev nagerin û şer nasekinîne.

Di roja 171. de şerê li Xezayê didome

Back to top button