Nûha Omer: Heta niha zêdetirî 3 milyon Îmze hatine komkirin

Însiyatîfa Azadiya ji bo Rêber Abdullah Ocalan diyar kir ku komkirina îmzeyan didome.Însiyatîfê diyar kir ku heta niha ji 3 milyonî zêdetir îmze hatine komkirin.Endama Însiyatîfa Sûriyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Nûha Omer axivî û got:”Li Bakur û Rojhilatê Sûrî 3 milyon û 17 hezar îmze hatine komkirin.
Dê pêngav di 4’ê Nîsanê de bi daxuyaniyekê bê bidawî kirin.”

9’ê Sibatê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de Însiyatîfa Sûriyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan dest bi pêngava komkirina îmzeyan kiribû. Pêngava heta niha dewam dike.

Der barê mijarê de endama Însiyatîfa Sûriye a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Nûha Omer axivî.

Nûha Omer û dazanîn ku pêngava komkirina îmzeyan bi coşeke mezin ji milê şêniyan ve tê pêşwazîkirin û ev agahî da:

“Di vê pêngavê de hedefa me 3 milyon îmze bû.

Lê heta niha 3 milyon û 17 hezar îmze hatine komkirin.

Ev îmze li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Heleb, Hema, Hums û Şamê hatine komkirin.

Pêngav wê di 4’ê Nîsanê de bi daxuyaniyekê bê bidawîkirin.”

Nûha Omer herî dawî bal kişand ser şandina nameyan ji bo rêxistinên hiqûqî û tenduristî jî û got:

“Me name li ser navê sazî, rêxistin û partiyên siyasî yên li herêmê ji bo lêpirsîna rewşa Rêber Abdullah Ocalan kom kirine û ji 12 rêxistinên navneteweyî re şandine.”

Ji 25’Adara 2021’an ve ango ev 3’ê sale dewleta Tirk nahêlê parêzerên Rêber Apo û malbata wî bi muvekîlên xwe re hevdîtinê bike.

Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re: Heta niha 1,5 Îmze hatine komkirin

Back to top button