Şêniyên TilTemir salvegera 37’an a Pêngava 15’ê Tebaxê bi şahiyekê pîroz kirin.
Şahî ji aliyê Mclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê ve hate li dar xistin.
Ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyeke rêz hate girtin.
Paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê hat gotin:” Pêngava 15’ê Tebaxa ji bo gelê Kurd û tevahî gelên herêmê mîlad û roja vejînê ye.
Piştre komên navenda çand û hunerê ya Til Temirê berhemên xwe pêşkêş kirin.
Şahî bi gerandina govend û dîlana hat bi dawî kirin.