Çekdarên Talîbanê paytexta welat Kabûlê bi dest xist

Çekdarên Talîbanê piştî bidestxistina hemû parêzgehên Efxanistanê îro danê êvarî paytexta welat Kabûlê kontirol kir.

Çekdarên Talîbanê paytexta Evxanistanê Kabûl bi dest xist, beyî ti berxwedaneke ji aliyê artêşa Evxanî.

Dezgehên ragihandinê yên Efxanistanê ragihandin ku serokomarê welat Eşref ku ji welat ber bi Tacakistan ve çû, piştire hat ragihandin ku ji wir jî derket.

Talîban piştî ketina wê ya payîtextê got ku baliyozxane û kesên biyanî wê tu xeter li ser wan nebe.

Amerîka: Me armancên xwe yên li Efxanistanê pêk anîn

Ji aliyê xwe ve jî Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken got ku welatê wî armancên xwe yên li Efxanistanê pêk anîn.

Antony Blinken gotina derketina hêzên Amerîkî ji Efxanistanê weke derketina wan ji Vetnamê red kir.

Wezîrê Karên Derve yê Amarîkakyê Antony Blinken got:

“Ger gotina rast were gotin, hêzên Efxansitanê nekarî parastina welatê xwe bike.”

Back to top button