LI TIRKIYÊ BANG TÊ KIRIN: “LI ŞÛNA ŞER, GUH BIDIN BANGA OCALAN”

Çalakiya rûniştinê ya gelê Amedê li dijî dagirkirina şaredariyan di roja 11’an de ye.
Di çalakiya rûniştinê de banga ‘yekîtiya neteweyî’ hat kirin.
Tevî çalakiyên şermezarkirinê, dayikên laçikspî jî nerazîbûn nîşanî vê dagirkirinê dan û gotin:
” Çawa duh me bi têkoşînê deriyê Imraliyê vekir, îro jî em dikarin bi heman têkoşînê qeyûman bavêjin.”

Bertekên li dijî erkdarkirina qeyûmên Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dewam dikin.

Weke her roj parlementerên HDP’ê, hevşaredar û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn.

Çalakiya rûniştînê ya li Kolana Lîsê ya pêşberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ket roja xwe ya 11an.

DI ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ DE BANGA YEKÎTIYA NETEWÎ HAT KIRIN

Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê jî çalakiya rûniştinê ya li dijî qeyûman ziyaret kir.

Berdevkê Ciwanan Jiyan Tîmûr-taş got; pêwîste gelê Kurd di bin sîwana Yekîtiya Neteweyî de kom bibin.

DAYÎKÊN LAÇIKSPÎ: LI ŞÛNA ŞER, GUH BIDIN BANGA OCALAN

Her wiha Dayikên laçikspî ku di dema çalakiyên greva birçîbûnê de daketin qadan û têkoşiyan, niha jî tevlî çalakiyên li dijî qeyûman dibin.

Dayikan erkkdarkirina qeyûman û operasyonên leşkerî weke israrkirina şer û rijandina xwînê bi nav kirin.

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê li Stenbolê ku xebatên aştiyê birêve dibin, bi laçikên xwe yên spî tên nasîn banga pêkanîna aştiyê dikin.

DAYÎKÊN LAÇIKSPÎ: EM DIKARIN QEYÛMAN BIŞÎNIN CIHÊN JÊ HATINE
Ev jî dayîkên laçik spî yên Êlihê ne.

 

Leave a Reply

Back to top button