42 Sale Firneyeke Minbicê nefsa temê kulêreyên xwe çêdike

Firneya Klay ku ev 42 sal e hatiya çêkirin û kevintirîn firneyên Minbicê ye ku bi çêkirina kulêreyan tê naskirin, di meha rojiyê de kulêreyên (marûkên) bi heman çêjê(qalîte, tem) çêdike.

Mihemed Hec Hisên ku bi navê Klay tê naskirin, xwediyê firneya Klayê ye.

Hec Hisên diyar kir ku ew di 8 saliya xwe de fêrî vê pêşeyê bûye û ji wê demê ve vî karî dike û kesên din jî fêr dike û got:

“Di her salê de zêdetirî 10 kes vê pîşeyê ji min fêr dibin.

Gelek firneyên çêkirina kulêreyan hene, tenê av, şekir û ard bi kar tînin, lê belê ez mehleb jî lê zêde dikim, ji ber wê şênî ji kulêreyên min hez dikin.

Em nikarin hêmanan biguherînin, hin caran em kulêreyan bi kêmtirî lêçûnê difiroşin û zirarê dikin, tenê ji bo ku em navê xwe yê ji gelek salan de ji dest nedin.”

Mihemed Hec Hisên anî ziman ku berê ji bo çêbûna kulêreyan di firneyên normal de hinek dem pêwîst dibû, lê niha ji ber hebûna firneyên nûjen kulêre zû û bi cûreyên herî baş çêdibin.

Back to top button