Jinan li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê kart ji Îmraliyê re şandin

Li Zurîhê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” pêngava “100 hezar kart” ji bo Rêber Apo hatibû destpêkirin.
Di çarçoveya pêngavê de li Kantona Zurîhê ya Swîsreyê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Bêrîtan kart ji Îmraliyê re hate şandin.

Bi dehan jin li ber postexaneya Zurîhê hatin bahev û kartên li ser hestên xwe yên ji bo Rêber Apo nivîsandîbûn, şandin girtîgeha Îmraliyê.

Beriya çalakiyê Dayikên Aştiyê li ber postexaneyê daxuyanî dan û gotin:

“Azadiya Rêbertiya me, azadiya gelê Kurd e.

Em bang li her kesê ku alîgirê azadî û aştiyêne dikin xwedî li pêngavê derkevin.”

Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re: Heta niha 1,5 Îmze hatine komkirin

Back to top button