Li Brukselê li dijî êrîşa nijadperestî nerazîbûn hate nîşandan

Li dijî êrişa komên faşîst ên AKP-MHP’ê ya li Brukselê kurdistanî û dostên xwe îro li ber Parlementoya Ewropayê ya li Brukselê çalakî lidarxistin.

Di çalakiya protestoyê ya li Qada Luksembûrgê hate lidarxistin de êrişa faşîstên Tirk yên li dijî malbateke kurd hate şermezarkirin.

Piştre li ser navê Konseya Demokratîk a Civaka Kurdistaniyên li Belçîkayê (NAV-BEL) ve daxuyaniyek hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku ev êrîş dewama polîtîkayên dewleta Tirk yên li dij-Kurdan e.

Kurdistaniyan bang li rayedarên Belçîkayê kirin ku ewlekariya Kurdan misoger bikin û zextê li dewleta Tirk bikin ku hurmetê nîşanî qanûn û wekheviyê bide.

Li Belçîkayê êrişa nijadperestî: 2 jê giran, 6 Kurd birîndar bûn

Back to top button