Li Belçîkayê êrişa nijadperestî: 2 jê giran, 6 Kurd birîndar bûn

Careke din kurd di Newrozê de rastî êrişekê hatin .
Li bajarê Leûven ê Belçîkayê, komên nijadperest ên Tirk êriş birin ser malbatên ku ji pîrozbahiya Newrozê vedigeriyan.
Piştî hawara malbetê welatparêz çûn cihê bûyerê kesên li malekê asê mabûn rizgar kirin
Têkildarî mijarê KCDK-Ewropayê diyar kir êriş bi plankiriye û li dijî nîjadperest û provakasyonan banga xweparastinê kir.

Li bajarokê Heusden-Zolderê (Hosdin-Zolder) yê Belçîkayê, malbateke Kurd dema ku ji ahenga Newrozê vegeriya, rastî êrişên nijadperestên Tirk hat.

Nijadaperestên Tirk gelek wesayit xera kirin û êriş birin ser bi dehan kesî ku xwe spartibûn malekê.

Di encamê de 2 jê giran, 6 Kurd bi giranî birîndar bûn.

Şahidan diyar kirin ku nijadperestan hewl dan derdora 40 kesên ku xwe li malê de bişewitînin.

Piştî dîmenên êrişê li ser medyaya dîjîtal hatin parvekirin welatparêzan berêxwe dan li wir..

Di êrişa li bajarokê Heusden-Zolderê de, koma êrişkar gotina “Allah Ekber” qîr dike û êriş dike.

Kurdên ku çûn cihê bûyerê kesên li malê de asê mabûn rizgar kirin û nijadperestî şermezar kirin.

Li Belçîkayê êrişa nijadperestî ya li dijî Kurdan

Back to top button