Li Sûriyê tevgera çeteyên DAIŞ’ê

Çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Humsê di nava rojê de 2 êriş pêk anîn.
Li Idlibê jî di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyan şer gur bû.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê li çolistana parêzgeha Humsê 2 êriş pêk anî.

Yek ji wan seatên sibê çeteyan êrişî şivanên pez kirin.

Çeteyan 250 pez kuştin.

Her wiha di seatên nîvro de, çeteyên DAIŞ’ê êrişî nuqteyek hêzên hikuemtê li rojhilatê Humsê kirin.

Di navbera her du aliyan, şerekî giran qewimî.

Heta niha derbar kuştî û birîndaran tu agahî nehatiye parvekirin.

Balafirên şer yên Rusyayê pişt vê êrişê, derketin û cihên çeteyên DAIŞ’ê yên li çolistanê bombebaran kirin.

Li Idilbê şer: 2 kes hatin kuştin û yek birîndar bû

Li aliyê herêmê dagirkirî, çavdêriya Sûriyê eşkere kir ku hêzên hikumeta Şamê bi dronek bombebarkirî gundekî li başûrê Idlibê kir armanc.

Di encamê de, kesek hate kuştin û yek jî birîndar bû.

Vê sibê jî li xetên şer yên li başûrê Idlibê, leşkerek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin.

Çavdêriya Sûriyê eşkere kir ku ji destpêka mehê, di encama şer, êriş û topbarana di navbera hêzên hikumetê û çeteyan 49 kes di nav de sivîl hatin kuştin.

SOHR: DAIŞ gundewarê Reqayê 11 kes kuştin

Back to top button