KCDK-E: Êrişa li Belçîkayê êrişeke bi plan e

KCDK-E’yê ji bo şermezarkirina êrişa nîjadperest ku li dijî Kurdên bajarê Heusden-Zolder ê Belçîkayê pêk hat, bang li Kurdên Ewropayê kir ku bi awayeke lezgîn dakevin qadan.

KCDK-E di daxuyaniya xwe de bang li Kurdên Ewropayê kir ku îro di saet 12’an li ber parlamentoya Ewropayê di çalakiya şermezariyê de amade bin.

KCDK-E’yê di daxuyaniya xwe de helwesta polîsên hikumeta Belçîkayê a li hember faşîstan şermezar kir û got:

“Ev êrişeke bi plan e. Em helwesta polîsên Belçîkayê ku rê dide êrişên bi vî rengî şermezar dikin.

KCDK-E: Di saet 12’an li ber Parlamentoya Ewropayê dakevin qadan

Dagirkeriya Tirk ew rihê netewî yê newrozê ku her derê ewropayê derket holê tehmûl nekir û bi rêka çeteyên girêdayê xwe dixwaze provakasyonan Ewropayê derxîne.

Dewleta Tirk çete û terorîstan xwedî dike û li ser welatên Ewropa re dişîne, me vê yekê herî dawî di êrişa Mokova de dît.

Çetê ku di êrişê de cih girt li Tirkiyê çûye.

Edî rûpoşa Erdogan ketiye.

Divê gelê me li her derê di çarçoveya parastina cewherî de xwe li hember provakasyonan biparêze

Ji bo şermezarkirina vê êrişê divê herkes di saet 12’an de li ber Parlamentoya Ewropayê amade be.”

Li Belçîkayê êrişa nijadperestî ya li dijî Kurdan

Back to top button