YJŞ’ê beşdarî pêngava ‘Li dijî qirkirina Jinê bibe dengê xwe parastinê’ ragihand

Yekîneyên Jinên Şengalê YJŞ’ê bi daxuyaniyekê piştevaniya xwe ji bo pêngava ‘Li Dijî Qirkirina Jinê Bibe Dengê Xwe Parastinê’ ku ji aliyê tevgera jinên Êzidî ve hatiye destpêkirin ragihand û got:”Li hemberî her cure êrîşê li ser jinê emê bê bersiv nemînin”

Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi daxuyaniyekê piştevaniya xwe ji bo pêngava ‘Li Dijî Qirkirina Jinê Bibe Dengê Xwe Parastinê’ ku ji aliyê tevgera jinên Êzidî ve hatiye destpêkirin ragihand.

Daxuyaniya YJŞ’ê wiha ye:

“Di serî de em weke Yekîneyên Jinên Şengal (YJŞ) pêngava ‘Li Dijî Qirkirina Jinê Bibe Dengê Xwe Parastinê’ ku ji aliyê tevgera jinên Êzidî ve hatîye dest pêkirin silav dikin.

Wek tê zanîn di dîroka mirovahiyê de hertim jin xwedî tayîbetmendiya parastin, avakirin û nubunane.

Li hemberî her cure êrişên li ser civakan pêş ketine jin buye xwedî sekinek berxwedêr û di heman demê de li hemberî dijmin pêşengtî ji civakê re kiriye.

Niha jî bi rexistinbûyîna xwe li hemberî her cure tûndiyê disekine û parastina mafê xwe dike.”

YJŞ: Jin bûne xwedî nasname û ji bo hebûna xwe şer dike, têkoşîn dike

YJŞ’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got:

“Dema êriş li ser civaka meya Êzidî pêş ket li hemberî kuştin, revandin û destirêjiya jinên Êzidî cîhan bêdeng ma.

Duh jinên Êzidî îro jî jinên Efganistan û Filîstînê bi vê rastîya zilamê serdest re ru bi ru dimîne.

Îro jî bi heman zihniyeta serdestî bi awayek bê exlaq êrişî jinê dikin, êrişî vîna jinê dikin û dixwazin jinê ji rastî û cewherê wê derxînin.

Lê edî jin bûne xwedî nasname û ji bo hebûna xwe şer dike, têkoşîn dike.”

YJŞ: Li hemberî her cure êrişên li ser jin çêbibin em bê bersiv namînin

YJŞ’ê herî dawî ji bo berşdariya xwe ya pêngavê wiha got:

“Esas kampaniya ku hatiye dest pêkirin jî ewe ku em hemu weke jin li hemberî her cure êrişan bisekinin yekîtiya jinan ava bikin û zilma heye ji kok ve têk bibin.

Li ser van esasan em weke YJŞ beşdariya xwe ya ji pêngava ‘Li Dijî Qirkirina Jinê Bibe Dengê Xwe Parastinê’ radigîhînin.

Û em hertim hazirin li ku derê dibe bila bibe li hemberî her cure êrişên li ser jin çêbibin bersivek tund bidin neyarê jinan.

Em bawerin bi vê pêngavê hemu êrişan vala derxinin û azadiya hemu jinan misoger bikin.”

Back to top button