Li Agiriyê di mîtînga fînalê ya Newrozê de bi dehhezaran kes li hev civiyan

Li Agiriyê di mîtînga fînalê ya Newrozê de bi deh hezaran kes li hev civiyan.
Di mîtîngê de îşaret bi hilbijartina şarederiyan û tecrîda li dijî Rêber apo hate kirin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir divê peyamên gel ên qadên Newrozê rast were bikin.
Her wiha hat destnîşankirin ku di 31’ê Adarê de ew ê bersivê bidin êrişên dewleta Tirk.

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partî a Agiriyê mîtînga fînalê ya Newrozê li dar xist.

Bi deh hezaran kes herikîn qadê û li dora agirê berxwedanê li hev civiyan.

Qada Dortyolê di demeke kurt de tijî bû û girseya gel li ber stranan govend gerand.

10 sanî beta

Piştî deqeyeke rêgzirtinê ji bo bıranîna şehîdan, Komîteya Amadekar û Hevserokên DEM Partiyê yên Bajêr silav da gel.

Piştre Namzetên DEM Partiyê yê Hevşaredariya Agiriyê axivî û bal kişandin li ser hilbijartina şarederiyan.

Newroza Agirî: Em ê di 31’ê Adarê de bersivê bidin êrişên dewleta Tirk

Namzetan bibîrxist di 31’ê Adarê de em ê hilbijartineke krîtîk pêk bînin û gotin:

” Ji bo dawî li xizanî, nelrêtî û çopa AKP’ê ya li Agiriyê bînin em ê tevlî hilbijartinê bibin.

Em ê di 31’ê Adarê de bersivê bidin êrişên dewleta Tirk.”

Her wiha Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî di mitînga Fînalê de amade bû.

Tuncer Bakirhan diyar kir bila peyamên gel ên qadên Newroza azadî, aştî û çareseriyê rast fêm bikin û wiha got:

“Gel got, divê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin û xwest tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe.”

Piştî axaftinan, peyama Rêber Apo a ji bo Newroza 2013’an hate xwendin.

Pîrozbah û mîtînga Fînalê bi gerandina govendê bi dawî bû.

Li Edene, Antalya û Enqereyê agirê Newrozê hate vêxistin

Back to top button