Li Nijeryayê zêdetirî 250 zarok hat rizgarkirin

Li Nîjeryayê revandina zarokan zêde dibe.
Hat ragihandin ku bi sedan xwendekarên dibistanên seretayî û navîn ên ku li herêma bakurê rojavayê Nîjeryayê hatibûn revandin, hatin rizgarkirin.
Li welatê ku qeyran lê derbas dibe, çeteyên çekdar gelek caran sivîlan direvînin û fîdyeyê dixwazin.

Sibeha 7’ê Adarê, komek bi çekên giran êrîşî dibistana seretayî û navîn a bajarê Kurîga kirin.

Êrîşkaran nêzî 700 zarokên di dibistanê de neçar kirin ku ber bi daristanê ve bimeşin û komek ji zarok û mezinan karîbûn ji destê êrîşkaran birevin.

Komên çekdar ên li bakur û navenda welêt, ku nifûsa wê zêdeyî 213 milyon e, gelek caran ji bo revandina sivîlan êrîşan pêk tînin.

Hat ragihandin ku bi sedan xwendekarên ku di 7ê Adarê de li bajarê Kurîga yê li bakurê rojavayê Nîjeryayê ji dibistanekê hatibûn revandin, hatin rizgarkirin.

Hîna çarenûsa 287 zarokan ne diyar e

Waliyê Eyaleta Kaduna Uba Sanî di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir:

“Xwendekarên ku ji dibistana li Kurîgayê hatibûn revandin, bêyî ku zirarê bibînin hatin berdan.”

Walîtiyê diyar kir ku rewşa tenduristiya zarokan baş e û derbarê 287 zarokên din yên revandî de agahî neda.

Beriya 10 salan, di Nîsana 2014’an de, rêxistina îslamî ya radîkal Boko Haram 276 zarok ji Çibok li eyaleta Borno revandin.

Hîna jî çarenûsa wan zarokan de tu agahî nînin.

Li Nîjeryayê zarok dibin qurbanên êrîşkaran

Piştî ku Boko Haram û komên cîhadîst ên mîna wan sivîlan direvînin, gelek caran daxwazên siyasî dikin an jî bi zorê keçan dikin kole û bazar li ser wan dikin.

Bi zêdebûna hejmara revandina sivîlan re di van salên dawî de, xuya ye ku gelek çeteyên çekdar vê yekê dikin da ku dahata xwe ji xizmên rehîneyan dixwazin.

Li Nîjeryayê, di mehên dawî de zêdebûna revandina komî, bi taybetî jin û zarokan, derketiye asteke berbiçav.

Artêşa Nîjerya: Hejmarek zêde terorist hat kuştin

Back to top button