Artêşa Îsraîlê li Rojhilatê Lubnanê êrîşa hewayî pêk anî

Êrîşê du alî yên Hizbullah û Îsraîlê li Lubnanê didomin.
Artêşa Îsraîlê li herêma Beka, Baalbek a rojhilatê Lubnanê êrîşên hewayî pêk anî.
Hizbullah jî weke bersiv bi zêdetirî 60 moşekên katyuşayan baregeha Yoav û Keîla û her wiha du platformên Qubeya Hesinî ya Îsraîlê bi 2 balafirên bêmirov kirine armanc.

Artêşa Îsraîlê li rojhilatê Lubnanê li herêma Bekayê êrîşa hewayî pêk anî.

Hat ragihandin di êrîşê de wesayîtek hatiye armanckirin û welatiyek ji Sûriyê miriye.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Lubnanê NNA, hêzên Îsraîlî li ser rêya Es-Suweyrî li rojavayê Bekaayê wesayîtek kirin armanc.

Artêşa Îsraîlê li Baalbekê çeperên Hizbullahê armanc girtin

Her wiha artêşa Îsraîlê ragihand ku tesîsa hilberîna çekan a Hîzbullahê ya li Baalbek a rojhilatê Lubnanê hatiye armanckirin.

Ji aliyeke din ve Hizbullah ragihand ku, li hember êrîşa Îsraîlê bo ser Bealbek, wan bingeheke mûşekî û topan li Yoav û baregeha Keîla jî bi zêdetir ji 60 moşekên Katyûşa kirine armanc.

Li gorî nûçeya AFP’ê, balafirên şer ên Îsraîlê 5 moşek avêtin avahiyeke du qatî ya li El Asîra ya li derveyî bajarê Baalbekê.

Di dema êrîşa hevbeş a nêzîkî şeş mehan de di navbera Hizbullah û artêşa Îsraîlê de ev êrîşa sêyem bû li ser herêmê, ku dûrî sînorê Îsraîlê ye.

Hizbullah 2 platformên Qubeya Hesinî kirin armanc

Her wiha Hizbullahê ragihand ku wan du platformên Qubeya Hesinî ya Îsraîlê bi 2 balafirên bêmirov kirine armanc.

Hizbullahê ragihand ku ev êrîş li dijî qada parastina esmanî ya Kifar Bilumê pêk hatiye û rasterast hedefan hatiye lêdan.

Hizbullah kuştina endamekî xwe eşkere kir

Li aliyê din Hizbullahê ragihand ku di şer û pevçûnên bi Îsraîlê re li başûrê Lubnanê endamekî wan hatiye kuştin.

Hejmara endamên Hîzbullahê ku ji 8’ê Cotmeha 2023’yan vir ve di pevçûnên bi artêşa Îsraîlê re hatin kuştin derket 243’yan.

Her wiha di şer û pevçûnan de 49 sivîlên Lubnanî, 11 Tevgera Amal, 12 Hamas, 12 endamên Cîhada Îslamî, 6 sivîlên Îsraîlî û 11 leşker mirin.

Îsraîlê tugayek li sînorê Lubnan û Sûriyê ava kir

Back to top button