Ji ber ku PDK’ê rê li ber veger Êzidiyan digire, li dadgeha Federal a Iraqê li dijî rayedarên PDK’ê û Mala Barzanî doz hat vekirin.
Gelê Şengalê piştgiriya xwe ya ji bo vê dozê ragihandin û helwesta xwe wiha anîn ziman:”Mala Barzanî rê li ber vegera Êzidiyan digire û pêwîst e were dadgehkirin.
Pêwîst e hemû Êzidî tevlî vê dozê bibin û daxwaza mafê xwe bikin.”
Di fermana 3.8.2014’an de bi sedhezaran Şengalî ji ber êrişên DAIŞ’ê neçar man koçber bibin.
Piştî ku Şengal hate rizgarkirin, di encama kar û xebatên Rêveberiya Xweser a Şengalê de bi sedhezaran Êzidî vegeriyan ser axa xwe.
PDK’ê li şûna ku rê li ber vegerê veke, bi sedhezaran Êzidî li kampên Başûrê Kurdistanê wekî dîl û rehin di destê xwe de girt.
Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê Êvan Fayeq bi sedema ku rê li vegera Êzidiyan digirin, li Dadgeha Federal a Iraqê li dijî Mesrûr Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Rêber Ehmed doz vekir.
Heyder Yûsif: Pêwîst e hemû Êzidî tevlî vê dozê bibin
Endamê Meclîsa Gel a Borikê Heyder Yûsif derbarê giliyê ku li Dadgeha Federal a Iraqê hatî kirin axivî û got:
“Pêwîst e hemû Êzidî tevlî vê dozê bibin û daxwaza mafê xwe bikin.
Dema Êzidî vegeriyan ser ax, ava xwe wê demê bersiva fermanan didin.
Ji ber vê rê li ber Êzidiyan digirin ku venegerin.”
Tewra Feqîr: Em ê doza xwe li ser wan bimeşînin
Endama Meclîsa Gel a Borik Tewra Feqîr jî bibîrxist ku siyaseta PDK’ê û Mala Barzanî bûye sedema fermana giran a 2014’an û helwesta xwe wiha anî ser ziman:
“Wekî gelê Şengalê em ê doza xwe li ser wan bimeşînin.”
Şervan Şengalî: Pêwîst e mala Barzanî were dadgehkirin
Endamê Meclîsa Gel a Borikê Şervan Şengalî jî diyar kir ku di dîrokê de ti kesî bi qasî Mala Barzaniyan zilm û neheqiyê li Êzidiyan nekiriye û got:
“Pêwîste ew werin dadgehkirin.
Pêwîst e civaka me vê rastiyê bibîne û vegere cih û warê xwe.”