Li Belçîkayê êrişa nijadperestî ya li dijî Kurdan

Careke din kurd di Newrozê de rastî êrişekê hatin.
Li bajarê Leûven ê Belçîkayê, komên nijadperest ên Tirk êriş birin ser malbatên Kurd.
Malbata ku ji pîrozbahiya Newrozê vedigeriyan.
Nijadperestan bi tekbîrê êrişî malbatê kir.

Li bajarokê Heusden-Zolderê yê Belçîkayê, malbateke Kurd dema ku ji ahenga Newrozê vedigere, rastî êrişên nijadperestên Tirk hat.

Grûpa nîjadperest a Tirk, mala ku malbat lê dima dorpêç kir xwest wê malê bişewitîne.

Komên nijadaperest gelek wesayit xera kirin û êriş birin ser bi dehan kesî ku xwe li malekê girtin.

Şahidan diyar kirin ku nijadperestan hewl dan derdora 40 kesên ku xwe li malekê girtin bişewitînin.

Li gorî agahiyan herî kêm 6 kes birîndar bûn..

Dîmenên êrişê jî li ser medyaya civakî hatin parvekirin.

Di dîmenên ku li ser medya civakî hatin parvekirin tê dîtin ku camên mala ku êrişkar hewl didin têkevinê hatine şikandin.

Di êrişa li bajarokê Heusden-Zolderê de, koma êrişkar gotina “Allah Ekber” qîr dike û êriş dike.

Polîsên Belçîkayê çûn cihê bûyerê û nehiştin êrişkar bikevin avahiyê.

Endamên malbatê yên li malê asê mane jî bi tirs û xof di nav xwe de diaxivin.

Kurdên ku çûn cihê bûyerê jî kesên li malekê asê mabûn rizgar kirin û nijadperestî şermezar kirin.

Piştî êrişê gelek tîmên polîsan ber bi cihê bûyerê ve hatin veguhastin û helîkoptereke polîsan li ser bajarok geriya.

Back to top button