SOHR: DAIŞ gundewarê Reqayê 11 kes kuştin

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku DAIŞ’ê li gundewarê Reqayê li dijî kesên ku dumbelan kom dikirin êrîş pêk anî.
Di vê êrîşê de 11 kes hat kuştin.

Ji ber rewşa aboriyê şêniyên heremê ji bo debara xwe tevî xeteriyê berê xwe didin çolan û dumbelan kom dikin.

Di navbera meha Sibat û Nîsanê de wextê çêbûna dumbelan e, DAIŞ’ê vê yekê firsend dibîne û êrîşî sivîlan dike.

Di daxuyaniya SOHR’ê de hat ragihandin ku li çola Hîmayê dema ku kesên bi wesayîtên xwe ji bo komkirina dumbelanê diçûn çolê mayîn teqiya.

Piştî teqîna mayînê jî DAIŞ’ê bi çekan êrîşî wesayîtê kir û di êrîşê de 11 kes hat kuştin. Her wiha DAIŞ’ê 3 kes jî revand.

DAIŞ’ê li Rojhilatê Reqayê ya aliyê hikumeta Şamê, 2 kes kuştin 5 revadin

Back to top button