120 rojin girtî di greva birçîbûnê de ne

120 roj girtiyên siyasî li girtîgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di greva birçîbûnê de ne û heta niha ji bo daxwazên wan ti gav nayê avêtin.
Dayikên ku nobetê didomînin banga piştevaniya bi girtiyan kirin û gotin:
“Heta çareserî nebe em ê rûnin û daxwaza edaletê bikin. “

Girtiyên siyasî yên girtîgehên Kurdistan û Tirkiyê di 27’ê Mijdara 2023’an de bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin.

120 roj bênavber girtî di greva birçîbûnê de ne.

Her çendî desthilatdarî dixwaze dawî li vê çalakiyê bîne jî girtî ji doza xwe danakevin.

“Serê me jêkin jî em dev ji doza xwe bernadin”

Jinên li navçeya DEP a Xarpêtê, bang kirin ku divê her kes bibe dengê çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan didomin.

Çalakiya Nobeta Edaltê li 4 bajaran dewam kir

Bi heman daxwazê malbatên girtiyan jî di 4’ê Kanûna 2023’an de li Amedê û piştre jî li 6 bajarên din çalakiya Nobeta Edeletê dan destpêkirin.

Tevî sê meh zêde derbas bûye jî hîna ji bo van daxwazan gav nehatine avêtin.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Êlihê jî di roja 53’yan de li avahiya DBP’ê dom kir.

Parlamente, namzetên hevşaredariyê ya DEM Partiyê û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li serdanê bûn.

Di nobetê de banga xutkirina piştevaniya bi girtiyan kirin.

Li Wanê jî rojane bi pêşengiya dayikan çalakiya nobetê tê li darxistin.

Duh jî nobet di roja 108’an de dewam kir.

Gelek kes serdana nobetê kirin.

Nobeta Edaletê ya li avahiya DBP’a Mêrdînê di roja 77’an de ye.

Xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê yên navçeya Stewrê nobet domandin.

Gelek kes hatin serdana çalakiyê.

Di nobetê de mijarên di rojevê de hatin nirxandin.

Dayikên girtiyan gotin, Heta çareserî nebe em ê rûnin û daxwaza edaletê bikin.

Em ê bi hev re Rêbertiyê û girtiyan azad bikin.”

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê jî di roja 104’an dom kir.

Di çalakiyê de hat diyar kirin ku sekna dayikan pir pîroz û bi wateye.

Û hat gotin heta tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û girtiyan ranebe dê têkoşîna xwe bidomînin.

Çalakiya greva birçîbûnê di roja 118. de ye

Back to top button