“Pêwîste hikumet û xelkê Iraqê spasiya PKK’ê bikin”

Endamê Hevpeymana Dewleta Yasa ya li Iraqê Adil Manii têkîldarî hewildanên dewleta Tirk a dagirkirina ya li Iraqê axivî û got: “Armanca dewleta Tirk ya sereke berfirehkirina desthilata xwe ya li herêmê ye.”
Adil Manii da zanîn ku divê Iraq bi awayek fermî danûstandinê bi PKK’ê re bike, her wiha ji bo alîkariya PKK’ê ya di şerê DAIŞ’ê de jî sipasî bike.

Endamê Hevpeymana Dewleta Yasa Adil Manii derbarê hewldanên dagirkeriya dewleta Tirk yên li Iraqê ji Rojnews’ê re axivî.

Mijara girîngiya Tevgera Azadiya Kurdistanê PKK’ê û egera danûstandinên fermî yên Iraqê bi PKK’ê re ji di rojeva Adil Manii de bû.

Adil Manii diyar kir ku divê Hikumeta Iraq û xelkê Iraqê spasiya PKK bikin û got:

“Ji ber ku PKK’ê di şerê dijî DAIŞ’ê de alîkariya Iraqê kir.

Helwesta wan cihê şerefê û rêzdariyê bû. Em jî înkara vê qenciyê nakin.”

Manii diyar kir ku hevdîtinên Hikumeta Iraq yên bi Tirkiyê re nayê wateya wê ku daxwazên Tirkiye yên ji bo qedexekirina karê PKK’ê li Iraqê hatine qebûlkirin û got:

“Dibe ku Hikumeta Iraqê bi fermî danûstaninê bi PKK’ê re bike.

Ji ber ku qedexekirina karê PKK’ê ti îşarek bi Hikumeta Iraqê re nîne.”

“Armanca serke ya dewleta Tirk berfirehkirina desthilata xwe ye”

Manii anî ziman ku binpêkirina serweriya xaka Iraqê ya ji aliyê Tirkiyê ve plana Amerîka ye û diyar kir ku Tirkiye nikare bê erêkirina Amerîkayê li gorî xwe pêngavan bavêje.

Di dawiyê de Adil Manii balkişande li ser hebûna baragehên dewleta Tirk ya li Beşîka yê jî û got:

“Armanca dewleta Tirk ya sereke berfirehkirina desthilata xwe ya li herêmê ye.”

Back to top button