Xelkê Dêra Zorê Newroz bi şahiyekê pîroz kirin

Care yekemîn li Dêrazorê agirê Newrozê tê dadan.
Bi sedan xelkê Dêrazorê ji bo vêxistina agirê Newrozê li hev kom û agirê Newrozê dadan.

Hîna jî pîrozbahiyên Newrozê neqediyan û li gelek deverên herêmê Newroza 2024’an tê pîrozkirin.

Îro pîrozbahiya newrozê li Dêrazorê bû û ji aliyê pêkhateyên wê ve hate pîrozkirin.

Şêniyên Dêrazorê, gundewarên wê, endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Beşdarên pîrozbahiya Newrozê diyar kirin agirê ku Kawayê Hesinkar li hember zor û zilmê vêxist dê her dem vêxistî bimîne.

‘Bi saya fikir û felsefea Rêber Apo em niha vê rojê bi hev re pîroz dikin’

Li aliyekî din jî derbarê çalakiyên meha Adarê û bi taybet cejna Newrozê, Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya kantona Minbicê Asya Mihemed axivî.

Asya Mihemed da zanîn ku di hemû pîrozbahiyê Newrozê de, gel yek peyam da ew jî azadkirina Rêber Apo bi fîzîkî bû.

Asya diyar kir Newroza ku îsal li gelek deverên herêmê hat pîrozkirin, encama fikir û felsefeya Rêber Apo û pêkanîna biratiya gelê herêmê bû û wiha pê de çû:

“Ev roj ji bo me jî tê wateya sekn û derketina li hember bindestî û koletiyê.

Asya Mihemed bang li hemû Cîhanê kir ku li kêlka gelê herêmê û Sûriyê bisekinin û têkoşîna li hember zilm, dagirkerî û koletiyê xurtir bikin.”

Li Şehbayê Newroz ji aliyê deh hezaran ve hat pîrozkirin

Back to top button