Hejmara kesên di êrişa li Mosko de mirin derket 152’an

Bîlaçoya êrişa li Mosko giran dibe.
Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 152’an.
Îro li Rûsyayê rojek şîn hat ragihandin.
Serok-Dewletê Rûsyayê Pûtîn jî ragihan hemû êrişkar dema ber bi Ûkraynayê ve diçûn hatin girtin.

Şeva înê li dijî Eywana Konserê ya Şaredariya Crocus ya li paytexta Rûsyayê Mosko êrişa çekdarî pêk hat.

Bîlançoya êrişê her diçe giran dibe.

Wezareta Rewşên Awarte ya Rûsyayê ragihand hejmara kesên di êrişa li Mosko de, jiyana xwe ji dest dane zêdetir dibe.

Di daxuyaniya nû ya wezaretê de hate diyarkirin hejmara kesên di êrişê de jiyana xwe ji dest dane derket 152’an û 285 kes jî birîndar bûne.

Piştî buyerê baskê DAIŞ’ê yê Xoresanê êriş girt ser xwe û dîmenê êrişê weşand.

Êrişkarek ji Tirkiyê derbasî Rûsyayê buye

Ajansa Nûçeyan a Rusyayê (RIA) jî ragihand yek ji çeteyên ku beşdarî êrişa terorî bûye ji Tirkiyê derbasî Rûsya bûye.

Êrişkarê ku ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Rusyayê ve hatiye girtin, di kurte dîmenekê de vê yekê eşkere dike.

Çeteyê hatî girtin bi navê Ferîdûn Şemsedîn e û 4’ê Adarê ji Tirkiyê derbasî Rusyayê bûye.

Di dîmen de, êrişkar Ferîdûn Şemsedîn dibêje, ji bo kuştina hemû kesên di eywana konserê de, nîv milyon ruble pereyên Rûsî dane wan.

Pûtîn: Hemû êrişkar dema ber bi Ukraynayê ve diçûn hatin girtin

Serok-Dewletê Rûsyayê Vladimir Pûtîn jî duh piştî êrişê di kanalên televizyên de xitabî gel kir.

Pûtîn ku buyer weke êrişeke terorê ya barbar bi nav kir, diyar kir hemû êrişkar dema ber bi Ûkraynayê ve diçûn hatin girtin û wiha got:

“Dijminên me wê nikaribin me parçe bikin. Sûcdar û yên li pişt wan wê bi rengekî giran bên cezakirin.

Her wiha Pûtîn 24 Adarê ji ber buyerê li welat rojek şîn ragihand.

Êrişa li Rûsya: 133 qurbanî û 100 jî birîndar

Back to top button