Li herêmên dagirkirî gelek caran li ser parvekirina diziyan, şer di navbera çeteyan de derdikeve.
Li Bab û Marê di navbera komên çete şer derket.
Di encamê de, 3 çete hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.
Her weha li Idlibê xwepêşandan li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin lidarxistin.
Li herêmê di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyê wê her roj di navbera komên çete şer heye.
Şerê di navbera çeteyan jî, ji bo desthilardariya talankirinê ye.
Di vê çarçoveyê de, şevê din di navbera 2 komên çeteyan şer derket.
Li gorî agahiyê çavkaniyên xwecihî, li gundê Cib Nasan ê bajarê Babê di navbera çeteyên koma ‘Ceyş El Mecid’ û çeteyên koma ‘Ehrar El Şerqiye’ de şer derket.
Di encamê de, çeteyek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Li bakurê Helebê jî tayîbet li gundê Tiwêş ê bajarê Mari, şer di navbera serçeteyên koma ‘El Hemzat’ li ser desthilatê hebû.
Li vir jî di şer de 2 çete hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.
Her wiha li sûka bajarokê Tadifê yê gundewarê Babê jî çeteyên koma ‘Feyleq El Şam’ û çeteyên ‘Al Hezûrî’ şer kirin.
Niha li herêmê alozî heye.
Çavkaniyan destnîşan kirin ku li gundê Kefer Cenê yê navçeya Şera ya Efrînê jî liv û tevgerke zêde ya çeteyên ‘Firqeya 50’î’ û çeteyên ‘Cebha El Şamiya’ heye.
Hate diyarkirin ku çeteyên ‘Cebha El Şamiya’ karwanekî leşkerî ya mezin ji gundewarê Ezazê ber bi gundê Kefer Cenê ve şandiye.
Li gorî agahiyan amadekariyên derxistina çeteyên ‘Firqeya 50’î’ ji gundê têne kirin.
Li herêmên dagirkirî xwepêşandanên li dijî çeteyan
Ev kirinên rojana yên li herêmên dagirkirî rê li ber rabûna xelkê vekir.
Li dijî siyasetên çeteyan xelkên wan deveran nerazîbûna xwe nîşan didin.
Şevê din li bajarên Silêqîn, Ermenaz, Dêr Hesan û kampên Etme yên gundewarê Idlibê xwepêşandan hebûn.
Bi dehan kes beşdarî xwepêşandanên li dijî çeteyên dewleta Tirk bû.
Xwepêşandêran daxwaza serbestberdana girtiyan û rawestandina zexêtên çeteyan kirin.
Li hemberî helwesta gel, li bajarê Silêqîn çeteyên ‘Tehrîr El Şam’ gule bê serûber reşandin.


