Dera-Li dijî hêzên hikumeta Şamê êrişa bombeyî

Li parêzgeha Derayê rewşa tevlihev a bê çareserî didome.
Li gundewarê Derayê li dijî hêzên hikuemtê êrişeke bombeyîî hate kirin.
Dîse li bajarê Tefesê yê Derayê di êrişekê de 2 çekdarên komeke xwecih hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku li dijî hêzên hikumeta Şamê êrişeke bombeyî hat kirin.

Êriş li ser rêya di navbera bajarê Newa û girê Cabiyê yê rojavayê Derayê pêk hat.

Heta niha derbarê kuştî û birîndaran tu agahî nehatiye parvekirin.

Li derayê di êrişekê de 2 kes hatin kuştin

Çend saet berê jî, çekdarên nenas li nêzî saziya çementoya li bajarê Tefesê yê rojavayê parêzgehê êrişî 2 kesan kirin.

Di encamê de, her du kes hatin kuştin.

Hate ragihandin ku ev kesên hatine kuştin endamên komên çekdar yên herêmî ne.

Li gorî daneyên çavdêriya Sûrî ji destpêka salê ve li parêzgeha Derayê di encama 66 bûyerên tevliheviya ewlehiyê de, 79 kes hatin kuştin.

Back to top button