Li Edene, Antalya û Enqereyê agirê Newrozê hate vêxistin

Li bajarên Tirkiyê Edene, Enqere û Antalyayê jî Newroz bi rengekî heybet hat pîrozkirin
Bi dehhezaran Kurdistanî û dostên xwe qadên Newrozê tije kirin û azadiya fîzîkî a Rêber apo qêriyan.
Bi vê daxwazê welatiyan careke din helwesta xwe raber kirin û peyama Newroza 2024’an bi zelalî eşkere kirin.

Li Edene, Antalya û Enqereyê agirê Newrozê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” hate vêxistin.

Newroza Edeneyê: Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye

Pîrozbahiya Newrozê ya Edeneyê di saetên zû yên serê sibehê ve dest pê kir û gel herikîn qadê.

Polîsan bi komkirina desmal û alên kesk û sor û zer hewl dan ji bo gel astengiyan derxînin, lê li hemberî berxwedana gel paşvegav avêt.

Parlamenterê DEM partî yê bajêr Elî Bozan desmal û alên hatin desteserkirin ji polîsan stand û carek din li gel belav kir.

Her wiha dayikên Aştiyê yên bi daxwaza azadiya fîzîkî a Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd Nobeta Edaletê dane destpêkirin, çalakiya xwe veguheztin qada Newrozê.

Li qadê coşa Newrozê bi vexistina agir ji hêla Dayikan ve derket herî jor û diruşmeyên bijî serok Apo li olan da.

Siyasetmedarên li wir axivîn di peyamên xwe de diyar kirin mifetya aştiyê li Îmraliyê ye û gotin

“Wê aştî tenê bi aştiya Abdullah Ocalan were welat. ”

Di Newroza li Enqereyê de dijî tecrîdê bertek hate nîşandan

Şahiya Newrozê ya li paytexta Tirkiyê Enqereyê jî bi nîşandan berteka li dijî tecrîdê ya ji aliyê hezaran ve hat pîroz kirin.

Nûnerên DEM Partiyê ku xîtabî girseyê kirin destnîşan kirin ku heqîqeta li qadên Newrozê derketî holê pirsgirêka kurd e

Her wiha di pîrozbahiyê de nameya namzeta hevşaredariyê ya Enqereyê Gultan Kişanak jî hate xwendin.

Di nameyê de Gultan Kişanak Newroza jin, ciwan û gel pîroz kir û got:

“Rabe ser pêyan Enqere, vaye DEM a aştiya civakî hat.”

Gultan diyar kir ku ji bo coşa 8’ê Adarê û Newrozê veguhêzin ser sindoqê li vir civiyane.

Û bang li xelkê Enqereyê kir ku bi îradeya Newrozê, azadî û serkeftinê bi dest bixe.

Gelên Antalyayê govenda azadiyê gerandin

Coşa Newroza li bajarê Antalyayê jî bi heman awayî bû.

Pîrozbahî bi Koroya Zarokan a Koma Aryanê dest pê kir û girseyê govend gerandin.

Li wir jî hezaran bi diruşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” helwesta xwe raber kirin û peyama Newroza 2024’an bi zelalî eşkere kirin.

Li Rihayê bi tevlibûna deh hezaran agirê Newrozê hat dadan

Back to top button