ji çeka ferdî heta bûyîna xwediyê sîstema parastina hewayî

PKK’ê a ku ji tinebûnê dest bi têkoşîna azadiyê kir, îro bûye çêkerê çekan, bûye xwediyê dron û sîstema mûşekên li dijî balafirên bêmirov.
Dîmenên ji qada şer tên û bîlançoyên tên weşandin, nîşan didin ku artêşa Tirk a dagirker li gel piştgiriya PDK’ê jî nikare li hemberî hêzên gerîla bisekine.
Bi taybet çalakiyên ku bi ser navê operasyonên şoreşgerî hatin lidarxistin lingê artêşa Tirk a dagirker tevizandiye.

PKK ku di sala 1978’an de hate damezrandin, ji roja destpêkê heta niha kariye xwe di asta herî jor a îdeolojî û leşkerî de pêş bixe.

Di roja destpêkê de tenê bi çekekî dest bi şer kir.

Niha ew PKK bûye çêkerê çekan, bûye xwediyê dron û sîstema mûşekên li dijî balafirên bêmirov.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG), di 20’ê Adarê de ev weke mizgîniya Newrozê bi raya giştî re parve kir.

Bi vê re eşkere ye ku PKK bûye xwedî wê derfetê ku rojane derbên giran li dagirkeran bide û balafirên wan yên bêmirov jî bêbandor bike.

Her wiha roj bi roj têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeriyê û ya ji bo azadiya Kurdistanê bilindtir dike.

Di van demên dawiyê de jî çalakiyên gerîla gihîştiye asta herî jor.

Dîmenên ji qada şer tên û bîlançoyên tên weşandin, nîşan didin ku artêşa Tirk a dagirker li gel piştgiriya PDK’ê jî nikare li hemberî hêzên gerîla bisekine

Operasyonên Şoreşgerî yên ku artêşa Tirk tevizand

Bi taybet çalakiyên ku bi navê operasyonên şoreşgerî hatin lidarxistin lingê artêşa Tirk a dagirker tevizandiye.

Di mehên Kanûn, Çile, Sibat, Adarê de gerîlyan li Zap, Xakurkê û Metînayê derbên giran li dagirkeran dan.

Beşeke ji dîmenên wan çalakiyên ku hatine weşandin wiha ye.

Operasyona Şoreşgerî ya şehîd Leyla Sorxwîn Amed
Operasyona Şoreşgerî ya şehîd Ehmed Rûbar
Operasyona Şoreşgerî ya Girê Smediyê
Operasyona Şoreşgerî ya şehîd Melsa Mûş
Operasyona Şoreşgerî ya şehîd Helmet Dêraluk
Operasyona Şoreşgerî ya şehîd Doga Viyan
Operasyona Şoreşgerî ya şehîd Ciwan-şehîd Andok

Peyama Gerîla a Newrozê: 41 dagirker hatin kuştin

Back to top button