Peyama Gerîla a Newrozê: 41 dagirker hatin kuştin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zapê 19’ê Adarê , Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ciwan-Şehîd Andok lidar xistin.
Di encamê de 41 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin 18 Dagirker jî birîndar bûn.
Gerîla ev yek jî weka peyama pîrozbahiya newrozê parvekir..

Gerîlayên azadiya Kurdistanê bînh li dagirkeriya tirkiyê çikandiye.

Gerîlayên me cejna vejîn û berxwedanê Newrozê bi ruhê Kawayê Hemdem hevrê Mazlûm Dogan pêşwazî dikin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê piştî mizginiya serketinên mezin ên hewayî, Li Zapê operasyoneke din a şoreşgerî li darxistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ciwan-Şheîd Andok ku 19’ê Adarê de hatiye li darxistin ev agahî da.

HPG: Taktîk û teknîkeke taybet hate bikaranîn

” Hêzên me li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, li dijî 3 baregehên artêşa Tirk a dagirker roja 19’ê Adarê Operasyona Şoreşgerî lidarxistin. Di vê operasyona şoreşgerî de gerîla bi taktîk û teknîkeke taybet li dagirkerên li qada Şehîd Cemre xistin.
Di vê derba giran de 17 dagirker hatin cezakirin, 10 dagirker jî birîndar bûn. Gelek amûr û alavên leşkerî jî hate ji navbirin.

Navendê di berdewamiya daxuyaniya xwe de dazanîn ku gerîla hemwextê operasyona qada şehîd Cemre li qada Şehîd Cesûr jî ji 4 baskan ve operasyoneke şoreşgerî li darxistine û derbarê vê operasyonê de jî ev agahî da.

HPG: Ji 4 baskan ve derbên xurt hate lêxistin

Li qada Şehîd Cesûr ji 4 baskan ve derbên xurt li dagirkeran hate xistin. Li vê derê bi giştî 24 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Hêza operasyona şoreşgerî çû ser 7 cenazeyên dagirkeran. Dest danîn ser bombeavêjeke B7, çekeke nîv otomatîk, zincîr û 150 fîşekên wê, dûrbîneke rojê, amûreke destnîşankirinê, sîstemeke deng, lepikek, 2 bateryayên termal, adaptorek û 2 kamerayan.

Hêzên me Dest danîn ser çeka bombeavêj a B7 dagirkeran û bi çeka dagirkeran panzereke dagirkeran hate xistin.

Bi çekên ferdî û nîv otomatîk li dagirkerên li qada Şehîd Pîrdogan hate xistin.

Di encamê de kamerayeke mobesse û 3 projektor hatin îmhakirin.”

Navendê di dawî de diyarkir ku di encama Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ciwan-Şehîd Andok de bi giştî 41 dagirker hatin cezakirin, 11 dagirker jî birîndar bûn.

Her wiha navendê ragihand di vê operasyona şoreşgerî de hevrê wan Ekîn û Canşêr ku bi rihê newrozê bi ser dijmin ve çûn şehîd ketine û dê nasnameya wan piştre ji raya giştî re eşkere bikin.

Gerîla TV dîmenê 4 sîha’yên din weşand

Her wiha Gerîla TV jî dîmenê 4 balafirên din ên bêmirov û bombebarkirî yên dewleta Tirk a dagirker weşand, ku hatin xistin.

Back to top button