Li Reqayê komkirina îmzeyan bi eleqeyeke mezin dewam dike

Îro 40 rojin li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûrî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo îmze tên komkirin.
Di çarçoveya xebatên komkirina îmzeyan de heta niha nêzî 3 milyon îmze hatine komkirin.
Li Reqayê ev xebat rastî eleqeyekî mezin tê.

Li Kantona Reqayê komîteyên komkirina îmzeyan li deverên cuda yên kantonê komkirina îmzeyan didominin.

Endamê komîteya komkirina îmzeyan Elî El Xelef têkildarî xebatên komkirina îmzeyan li Reqayê got:

“Kampanyaya komkirina îmzeyan bi eleqeyeke xurt a ji şêniyan dewam dike.

Komkirina îmzeyan wê heta Nîsanê dewam bike.”

Ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo nêzî 3 milyon îmze hatine komkirin

Çaverê ye ku pêngava komkirina îmzeyan li van kantonan li dawiya meha Adarê bi dawî bibe.

Înîsiyatîfa Azardiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê 15’ê Adarê ragihandibû ku 2 milyon, 876 hezar û 709 îmze hatine komkirin.

Armanca sereke ya însyatîfê di çarçoveya pêngavê de, komkirina 3 mîlyon îmze ye.

Piştre jî, wê îmze ji bo Konseya Yekîtiya Ewropa bêne şandin.

Li kantona Firatê heta niha 115 hezar îmze hatin komkirin

Back to top button