Li kantona Firatê heta niha 115 hezar îmze hatin komkirin

Li kantona Firatê di pêngava komkirina îmzeyan a ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo de, heta niha 115 hezar îmze hatine komkirin.Pêngav dê heta 4’ê Nîsanê dewam bike.

Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan 9’ê Sibatê pêngava komkirina îmzeyan dabû destpêkirin.

Li kantona Firatê komkirina îmzeyan 15’ê Sibatê dest pê kir û dê heta 4’ê Nîsanê dewam bike.

Endamê Komîteya Pêngava Komkirina Îmzeyan a Kantona Firatê Ehmed Xoce têkildarî pêngavê axivî û got:

“Di pêngavê de li kantona Firatê hate niha 115 hezar îmze hatine komkirin.

“Îmzeyên di vê pêngavê de werin komkirin dê ji Konseya Yekitiya Ewropayê re werin şandin.

3 sal e tu agahî ji Rêber Apo nayên girtin, dewleta Tirk rê nade malbat û parêzeran wî bibînin.

Ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî me pêwîstî dît ku dest bi vê pêngavê bikin.

Divê êdî tevahî gel rabin ser pêyan. Pêngava me ya komkirina îmzeyan jî li ser vî esasî ye.”

Li Minbic û Kobanê ji bo azadiya Rêber Apo îmze hatin komkirin

Back to top button