Şêniyên Efrînê yên li Şehbayê koçber in, diyar kirin ku ew ê ji bo rizgarkirina Efrînê her tim li ber xwe bidin û têbikoşin.
Her wiha têkildarî sûcên li Efrîna dagirkirî jî parêzeran got: “Di serî de ENKS’ê, her kesê ku sûcên li Efrînê veşêre û li hember bê deng be, divê werin darizandin”
Şeniyên Efrînê ku ji ber dagirkeriyê Tirkiy ev 6 sal in koçberî li Şehbayê bûne heta roja îro bi zor û zehmetiyan re têdikoşin.
Derbarê mijarê de endama Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a kantona Efrîn û Şehbayê Fatmê Silêman axivî û got:
Gaziyê şer Çekdar Rojava jî diyar kir ku ew ê heta dawî li hember dagirkeriya li ser Efrînê li ber xwe bidin.
Her wiha Zeyneb Cemîl Ebdo a li Kampa Serdemê dimîne got,
“Em 6 sal in koçber in û di bin konan de ne.
Lê dîsa jî bi hêviya em ê dîsa vegerin warê xwe em li ber xwe didin.”
Li Efrînê polîtîkayên qirkirinê di bin siya bêdengiya navnetewî de pêk tên
Parêzer Elaedîn El Xalid Kalo îşaret bi kiryarên hovane û guhertina demografiya li nava Efrînê kir.
Kalo got:
Armanc ji polîtîkayên li nava Efrînê tê meşandin, koçberkirin û guhertina demografiya wê ye”.
“Di serî de ENKS yên li hemberî sûcên li Efrînê bêdengin divê bên darizandin”
Elaedîn Kalo bertek nîşanî bêdengiya li hember sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê ên li nava Efrînê da û got:
“Her kesê ku sûcên li Efrînê veşêre û li hember bêdeng e, di serî de ENKS’ê, ew jî di van sûcan de hevkar in.
Pêwîst e ew bi îxaneta li welat û welatiyan bên darizandin.”
Rêveberiya Xweser: Rizgarkirina Efrînê vebijêrka me ya stratejîk e