Rêveberiya Xweser: Rizgarkirina Efrînê vebijêrka me ya stratejîk e

Rêveberiya Xweser û MSD jî di nav de, gelek sazî û rêxistin bi boneya salvegera 6. a dagirkirina Efrînê daxuyanî dan.
Rêveberiya Xweser got; Rizgarkirina Efrînê vebijêrka wan a stratejîk e.
MSD’ê jî ji bo dawî anîna dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Sûrî bang li hêzên nîştîmanî yên welat kir.

Bi boneya sala 6’an a dagirkirina efrînê û şermezarkirina wê gelek daxuyanî hatin dayîn.

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îşaret bi rewşa heyî ya li Efrînê hate kirin û wiha hate gotin:

“Li Efrînê rewşeke trajedîk heye, sedema vê yekê jî komên çete ne ku bi fermanên Tirkiyê tevahî kiryarên li dijî nirx, exlaq û pîvanên navneteweyî û hiqûqî pêk tînin.”

Rêveberiyê bang li tevahî hêzên nîştimanî yên Sûriyeyî kir ku yekitiya xwe ava bikin, ji bo rizgarkirina Efrînê tevahî îmkanên xwe bixin seferberiyê.

Back to top button