Îzlandayê teqîna çiyayê volkanîk

Li Îzlandayê hîna xeteriya teqîna çiyayên volkanîk didome
Di sê mehên dawî de teqîna çaremîn pêk hat û rewşa awarte hat ragihandin.
Şêniyên heremê ji ber xeteriya heyî malên xwe terikandin.

Li Îzlandayê ji ber tevgerandina volkanîk careke din rewşa awarte hat ragihandin.

Ev çaremîn teqîna volkanîk e ku ji meha Kanûnê vir ve li herêmê diqewime.

Li gorî daxuyaniyên Midûriyeta Meteorolojiyê ya Îzlandayê ji duh êvarê û vir ve teqîna dawî di navbera Stora Skogfell û Hagafell a li Nîvgirava Reykjanesê de pêk hat.

Teqîna berê ya di 8’ê Sibatê de pêk hat jî li derdora heman herêman bû.

Rewşa awarte hat ragihandin

Ofîsa ku berî teqînê çend deqeyan hişyarî da gel, ragihand ku lav ber bi astengiyên ku ji bo parastina bajarê masîgir Grindavik li başûrê rojavayê welêt hatine çêkirin diçû.

Ji bilî Grindavik ku di teqînên berê de jî hatibû valakirin, ava germ a herî navdar a Îzlandayê ya bi navê Gola Şîn jî hat valakirin.

Nêzî 4 hezar şêniyên Grindavik ên ku di 11’ê Mijdarê de neçar man bajarê xwe biterikînin, tenê di 19’ê Sibatê de destûr hat dayîn ku vegerin malên xwe.

Di sê mehên dawî de teqîna çaremîn pêk hat

Ajansa nûçeyan a Fransî AFP radigand ku hejmara kesên vegeriyane tenê derdora sed kesî ye.

Ji roja Înê ve 300 şêniyên Grîndavîk ji bo malên xwe bifroşin serlêdana dewletê kirin.

Her wiha ji ber teqînan Santrala Svartsengi ku roleke sereke di peydakirina elektrîk û avê de ji bo 30 hezar mirovên li Nîvgirava Reykjanesê dilîze, xiste metirsiyê.

Dema ku ji bo parastina santralê tedbîr hatin girtin, personel hatin tehliyekirin.

Svartsengi ji teqîna yekem ve ji dûr ve tê xebitandin.

Îzlanda ku xwedî 33 pergalên volkanên çalak e, di vî warî de li pêşiya Ewropayê ye.

Li Nîvgirava Reykjanesê 800 sal e teqînek nedîtibû heya ku di Adara 2021’an de volqan dîsa çalak bûn.

Li Îzlandayê cara sêyem çiyayê bi volqan teqiya

Back to top button