Şehîdên Newrozê li Mannheîmê hatin bibîranîn

Têkoşer Ronahî (Bedriye Taş) û Bêrîvan (Nîlgun Yildirim) ên di 21’ê Adara 1994’an de li Mannheîmê li dijî polîtîkayên dewleta Elman ku têkoşîna rewa ya Azadiya Gelê Kurd krîmînalîze dike, bedana xwe dabûn ber agir, hatin bibîranîn.

Di merasîmê bîrananînê de li ser navê KOMAW’ê Cahîde Goyî axivî û got:

“Ronahî û Berîvan bi çalakiya xwe bûn Newroz.

Em tenê bi yekbûna li dora agirê wan dikarin azadiyê bi dest bixin.

Têkoşîna me li ser nirxên ku şehîdên me afirandine bilind dibe û mezin dibe û her ku em nêzî wan dibin em ewqasî nêzî serkeftinê dibin.

Bi vê boneyê em Newrozê di şexsê Ronahî û Bêrîvan de li hemû şehîdên xwe, Rêber Apo û tevahî gelê xwe pîroz dikin.”

Li ser navê TJK-E’yê jî Axîn Gulo axivî û diyar kir ku têkoşîna jinên Kurd ji bo jinên cîhanê îlham û hêviyek e û got

Têkoşîna jina Kurd a azadiyê gav bi gav bi berfirehkirina dengê berxwedanê ya Ronahî û Bêrîvanan gihiştiye vê astê.

Merasîmê Bîranînê bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

Çalakiya Bêrîvan û Ronahî Newroz watedar kir

Back to top button