Buroya Kar û Barên Mirovî ya Rêveberiya Xweser banga rawestandina êrîşan li “NY” kir

Buroya Kar û Barên Mirovî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga rawestandina binpêkirinên Tirkiyê li NY kir.

Buroya Kar û Barên Mirovî bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku ji ber êrîşên domdar ên li dijî sivîl rewşeke ne aram li herêmê çêbû, rewşa mirovî aloztir bû û gelek sivîl koçber bûn.

Buroyê da zanîn ku ev binpêkirinên ji armanckirina sivîlan û qutkirina avê li ser Hesekê dighêjin asta sûcên şer.

Buroya Kar û Barên Mirovî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li NY û Civaka Navneteweyî kir ku binpêkirinên domdar ên Tirkiyê û çeteyên wê bi dawî bikin.

Her wekî din bang li rêxistinên mirovî kir ku bi berpirsyariyên xwe rabin û bersiva pêwîstiyên mirovî yên awarte yên sivîl û koçberan bi cih bîne.

Back to top button